Hewldana Partiya Kurdistanî: Desteya Diyalog a Kurd ne hevalbendî ye

 

Amed (Rûdaw) – Komîteya Rêveberiya Hewldana Partiya Kurdistanî aşkera kir, Desteya Diyaloga Kurd ku ji 12 sazî û partiyan pêk tê û tenê hewldanekê diyalogê ye, ne hevalbendî ye,

 

Komîteya Rêveberiya Hewldana Partiya Kurdistanî daxuyaniyekê nivîskî weşand û derheqê civîna ku 25ê tebaxê li Amedê bi beşadarbûna 12 aliyên siyasî hatiye lidarxistin agahî da.

 

Li gorî daxuyaniyê, partî û rêxistinên ku beşdarî civînê bûne gihîştine vê qenaetê ku hê bingeha yekîtiya ser bercewendiyên neteweyî çênebûye. Mijarên ku aliyên siyasî li hev kirin e ev in:

 

  • Di bin van mercan de, civîna 25ê tebaxa 2014ê ne xwedî derfetên çêkirina yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî yan jî konferansa neteweyî ye.
  • Lê pêvajoya diyalogê ku di navbera alî û partiyên siyasî de destpêkiriye derfet daye ku pêwendî di nava aliyên kurd de bi dome û li ser hin mijaran yekhelwestî derkeve.
  • Vê civînê rêxistineke nû dernexistiye meydanê û ev yek ne hevalbendiyeke siyasî ye. Ev pêvajo divê wek ‘Desteya Diyalog a Kurd’ bê binavkirin û bê aşkerakirin ku hewldanên lêgerîna hevalbendiyê dê bidomin.
  • ‘Desteya Diyalog a Kurd’ ne navê rêxistinê ye û ne jî hevalbendî ye. Tenê binavkirina pêvajoya diyalogê ye.

Daxuyanî dide zanîn ku, piştî civînê hin danezan di heqê civê de hatine dayîn lê ev yek beşdarên civînê eleqedar nake.