Li Qersê pevçûn: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê du kes pev çûn û yekê yê din bi çekê kuşt.

Li gor agahiyan, li Taxa Cumhuriyetê du kesên ku berê di navbera wan de pirsgirêk hebûn bi hev ketin.

Bi zêdebûna aloziyê re M.B. bi demancê gule li E.B.reşand û ew birîndar kir û ji cihê bûyerê revî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê E.Byê giran birîndar bûyî bi ambulansê veguhest Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê.

Lê tevî hewldanên bijîşkan E.B. li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Polîsan ji bo girtina M.B. dest bi xebatê kir.