Amed ket lîsteya Timeyê: 'Me bi milyonan jî nedikarî wekî Timeyê Amed bida nasîn'

28-07-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Time Ekspresa Amedê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Kovara navdar Timeyê, li asta cîhanê lîsteya 100 cihên herî xweş û bêhempa û hêjayî dîtin û gerê ne eşkere kir ku Amed jî di wê lîsteyê de ye.

Di hejmara taybet a kovarê de ekspresa geştyariyê ya Mezopotamyayê ku di navbera Enqere û Emedê de seferên geştyariyê dike jî bi vî pesnê mezin cîhê xwe digre:

“Ekspresa Mezopotamyayê rêwiyan ji ber û çolterên Anatolyayê û ji çiyayên rojhilat ên Tirkiyeyê ber bi deştên bakur yên Mezopotamyayê ve ku wekî dergûşa şaristaniyan tê binavkirin vediguheze.”

Karsaz Serdar Ay got, “Di paşerojê de xweştir û baştir wekî Timeyê pê amaje kiriye em dê xebatên xwe berdewam bikin.”

“Bajarekî bi serbilindî Kurd e”

Di kovara ku Amedê di nav sed cîhên herî xweş de detnîşan kiriye ji bo bajêr wha hatiye gotin:

“Amed bi kevirên reş ên bazalt û balkêş di sedsala 4an de hatine lêkirin û xemilandin ku dîroka wî vedigere bi hezaran sal berê.

Îro ew bi piranî û serbilindî bajarekî Kurd nişîn e û xwedî çandeke bajarî ya zindî ye ku ji hremên din ên Tirkiyeyê cudahiyek li xwe digre.”

“Me bi milyonan jî nedikarî wekî Timeyê Amed bida nasîn”

Serokê Yekîtîya Acenteyên Geştyariyê ya Mezopotamyayê Serdar Batûray wiha anî ziman:

“Me bi milyonan pere jî xerc kiriba me nedikarî wekî vê danasîna Timeyê danasîna Amedê kiriba.

Bi rastî jî ev danasîn ji bo gelekî bi qîmet bû. Em weki geştyarvan gelekî bi kelecan in.

Di vê astê de êdî gelek kar dikeve ser milên me û divê em her dem vê yekê bînin ziman.

Eksprêsa Mezopotamyayê jî ji bo sê mehan geşt kiribû lê divê îro şûn de geştên wê ekspresê di salê de 9 mehan berdewam be.”

Geştyar û şêniyên Amedê jî bi hêsten xwe yên di derbarê Amedê de Timeyê dûpat dikin.

“Amed dikare bikeve nav 10 cîhên herî xweş jî”

Geştyar Yadê Ozkanê got, “Ji ber Amed ketiye wê lîsteyê ez gelekî kêfxweş im.

Amed ne di nav 100an de dikare bikeve nav 10 cîhên herî xweş jî. Bajarekî gelekî xweş û dîrokî ye.”

“Ez ji geşta Amedê têr nabim”

Geştyar Sîbel Ozkanê jî wiha anî ziman, “Ez Sîbel Ozkan ji Stenbolê hatime vir.

Du hefte ne ez li vir im. Malbata min li vir e lê ez li Stenbolê rûdinêm.

Min doh di Timeyê de dît ku Amed ketiye nav 100 cîhên herî xweş.

Bi rastî jî vira pir pir xweş e. Ez pir ji Amedê hizdikim. Pir geriyam li vir.

Ji geşta Amedê ez têr nabim. Ez tevsiye dikim hûn jî werin bibînin.”

“Divê her kes were Ameda xweş bibîne”

Hunermendê Amedî Bedrî Ayselî got, “Ez wekî kesekî Amedî dibêjim; kovareke wekî Timeyê ku amrazeke mezin a nûce û  eklamê ye li ser Amedê nûçeyeke wiha çêkiriye ku divê ev jî li seranserê cîhanê karvedanên mezin bi xwe re bîne.

Divê li cîhanê her kesek vê Ameda xweş meraq bike û were bibîne.”

Piştî ku Amed ket lîsteya Timeyê niha saziyên Amedê li bende ne ku rêjeya geştyarên ji welatên biyanî zêde bibe û kerta geştyariya Amedê geştir û bihêztir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst