Otomobîl û traktor li hev qelibîn: 3 mirî, 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û traktor li hev qelibîn, 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Şeva borî li ser rêya parêzgehên Erzingan û Erziromê otomobîlekê li traktorê da.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristî çûne cihê qezayê.

Hat ragihandin ku 3 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê 3 kesên birîndar birin Nexweşxaneyê Zanîngeha Erzinganê.