Li Êlihê qeza: 4 mirî û 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya di navbera Êlih û Sêrtê de barhilgirekê li malbatekê xist û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku dema malbatek ji dawetê vedigeriya û wan dixwest cadeyê derbas bikin, barhilgirekê li wan xist.

Li gorî agahiyan, di qezayê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.