Di nav kêfê de fêrî zimanê dayikê bûn

28-07-2024
RÛDAW
Di nav kêyfê de fêrî zimanê dayikê bûn / Wêne: Ji dîmenan
Di nav kêyfê de fêrî zimanê dayikê bûn / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Şaredariya Êlihê Çalakî Stran Zimanê Dayikê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji aliyê Şaredariya Êlihê ve çalakiya xebatgeha zarokan hat lidarxistin.

Di bernamê de zarok di nav kêf û lîstikan de bi zimanê dayikê fêrî lîstik û stranan bûn.

Çalakiya xebatgeha zarokan li Parka Şerzan Kurt ji aliyê Rêvebirê Karên Çand û Civakî ve pêk hat.

Zarokan bi boyaxkirin, muzîk û koroyê gelek kêliyên xweş derbas kirin.

Herwiha zarokan dewlemendiya zimanê Kurdî ji nêz ve dît û fêrî zimanê xwe bûn.

Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya xebatgeha zarokan a bi zimanê Kurdî da.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst