Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê doza ji bo hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye vekirin, red kir.
Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê îro ji bo gotubêjkirina çend giliyan civiya.
Du ji wan giliyan girêdayî bi Herêma Kurdistanê bûn.
Her du gilî mijarên runiştina yekem a Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê bûn.
Doza yekem ji aliyê Serokê Fraksiyona Nifşê Nû Serwe Ebdulwahîd ve li dijî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatibû vekirin.
Serwe Ebdulwahîd ji dadgehê xwestibû ku eger di heyama 3 mehên bê de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanêê neyin kirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û biryarên wê bên betalkirin.
Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê da zanîn ku wan ew doz red kiriye ji ber ku ew ne di çarçoveya desthilata dadgehê de ye.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Îlona 2024an bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bê lidarxistin.
Dosya duyem jî ji aliyê Parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Biryar Reşîd ve li dijî seroka berê ya Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Yasaya Encûmena Şûraya Herêma Kurdistanê hatibû vekirin.
Biryar Reşîd ji dadgehê xwestibû ku yasaya sala 2022yan hatiye amadekirin serast bike û bi neyasayî bide zanîn.
Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev dosya bi paş xist û biryar da 16ê Îlonê li ser biryar were dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse