Li Mereşê agir bi daristanê ket

28-07-2024
RÛDAW
Nîşan Mereş Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onîkîşubatê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket û tîm ji asman û bejahî hewl didin agir vemirînin.

Ji ber sedemeke nediyar agir bi daristana li nêzîkî gundê Suçatiyê ya navçeya Onîkîşubatê ket.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Rêveberiya Daristanan çû cihê bûyerê.

Tîm bi helîkopterekê, 11 otomobîlên agirvemirandinê, 4 tankêrên avê, 3 otomobîlên midaxeleya destpêkê, makîneyeke kar û 110 personelan hewl didin agir vemirînin.

Cendirmeyan jî tedbîrên ewlehiyê li navçeyê zêde kirine û  nahêlin xelk derbasî navçeya agir pê ketiye bibe.

Herwiha welatiyên ku li wê navçeyê mane jî tên derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst