Li Şirnexê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev hatin qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, li navenda parêzgehê û li navçeyên Silopiya û Cizirê ji 27ê Tîrmehê heta 31ê Tîrmehê 5 rojan hemû cure civîn, xwepêşandan, meş û grev, vedana konan û çalakiyên din qedexe ne.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Bi armanca parastina bingehên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, ewlehiya xelkê û anîna aramiyê, rêgirtina li tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.”

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.

Ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan bi berdewamî tê dirêjkirin.