Rêxistineke Aşûriyan ji bo berdana welatiyekî Ermen bangî Rêveberiya Xweser kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Aşûriyan a Mafên Mirovan ji Rêveberiya Xweser dixwaze ku welatiyê Ermen ê ku ji aliyê wan ve hatiye girtin berde.

Rêveberê Rewangeha Aşûriyan a Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Roja 19ê Tîrmeha 2021ê li taxa Ermenan a bajarê Qamişloyê hêzeke çekdar a Rêveberiya Xweser, welatiyê Ermen Mayk Zariye Mertxinyan li ber deriyê mala wî desteser kir û ji wê demê ve nediyar e li kû ye.”

Cemîl Diyarbekirlî diyar kir Rewangeha Aşûriyan a Mafên Mirovan, revandina Mayk Zariye Mertxinyan şermezar dike.

Rewangehê herwiha ji Rêveberiya Xweser xwest ku di demeke kurt de Mayk Zariye Mertxinyan azad bike û vegerîne nav malbat û zarokên wî.

“Doza Mayk ne ya yekem e û mixabin dê ne ya dawî be jî”

Rêveberê Rewangeha Aşûriyan a Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî li ser girtina ciwanê Ermen got:

“Doza ciwanê Ermen Mayk, ne ya yekem e û mixabin dê ne ya dawî be jî, dê derî bi firehî li ber gelek dozên ciwanan li navçeyê veke. Rêveberiya Xweser a Kurdî û hêzên wê yên çekdar bêyî ti tohmetê ciwanan digire.

Em, Rewangeha Aşûriyan a Mafên Mirovan, berpirsiyariyê dixine stûyê Rêveberiya Xweser a Kurdî, derbarê selametiya Mayk a derûnî û laşî de em daxwazê ji wan dikin ku yekser wî berdin.

Vê revandinê ziyaneke mezin di malbata wî û her du zarokên wî yên dûrî bavên xwe têne xwedîkirin de durist kiriye. Herwiha li cem civaka Ermen û Xiristiyan a Qamişloyê jî durist kiriye.”

Mayk Zarye Mertxinyan, sala 1987an ji dayik bûye, zewicî ye û bavê 2 zarokan e. Wî otomobîl tamîr dikirin.