Hesekê bê av maye: Nexweşî zêde dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, rojane bi dehan 10 kesan ji ber ava nepaqij radikin nexweşxaneyê.

Çavdêrê beşa ambulansan ê Nexweşxaeya Gel a bajarê Heseke Ehmed Ferhan ragihand ku rojane bi dehan kesan ji ber ava nepaqij, bi gazinên weke jehrîbûn, çerm û zikçûnê radikin nexweşxaneyê. 

Ferhan da zanîn, Tirkiyeyê ava Santrala Elokê ya li navçeya Serê Kaniyê qut kiriye û xelk neçar e ava tankêran vexwe. 

Herwiha Ferhan got ku ava ji xelkê Hesekê re tê ji deverên dûr tê. 

Ji payîza 2019an vir ve, piştî ku Tirkiyeyê Serê Kaniyê dagir kir, zêdeyî 40 carî ava Sentrala Elokê ji ser zêdetirî milyonek kes qut kir ku şêniyên Hesekê û derdora wê ne. 

Ev kirinên Tirkiyeyê bûne sedema derketina krîza avê û belavbûna nexweşiyan li navçeyê.