Rêveberiya Xweser dê mûçeyan li gorî nirxê dolar bide

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser ragihand ku dê mûçeyên karmendên xwe li gorî nirxê dolarê Amerîkayê bide.

Li gorî North Pressê Rêveberiya Xweser eşkere kir ku dê mûçe bi lîreyê Sûriyeyê lê li gorî nirxê dolar ê bazarê werine dayîn.

Berê mûçeyên kêmane yên li navçeyên Rêvebirê Xweser bi qasî 80 dolarî bû, lê bi kêmbûna tund a lîreyê Sûrî li hemberî dolarê Amerîkayê, nirxê mûçeyan daketibû derdora 40 dolarî.

Ji ber vê yekê Rêvebirê Xweser biryar da ku mûçeyan li gorî nirxê dolar ê bazarê bide ku dê careke din bibe 80 dolar.

Di van du hefteyên dawîn de, lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolarê Amerîkayê bi awayekî berbiçav daket.

Piştî vê daketinê re lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolerekî Amerîkayê ji 9 hezar lîreyan derketibû 13 hezar lîreyan.