Serokê Şaredariya Agiriyê tevî grûpekê bi çek derket kolanên bajêr

28-07-2022
RÛDAW
Serokê Şaredariya Agiriyê Savci Sayan tevî grûpekê bi çek li nav kolanên bajêr meşiya.
Serokê Şaredariya Agiriyê Savci Sayan tevî grûpekê bi çek li nav kolanên bajêr meşiya.
Nîşan Agirî Bakurê Kurdistanê Savci Sayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê Savci Sayan ku kesekî ser bi partiya desthilatdar a Tirkiyê AK Partiyê ve ye, şevê din li gel grûpekê bi çek derket nav kolanên bajêr û li nav bajêr meşiyan.

Dîmenên derketina Savci Sayan yê AKPyî ku tevî grupekê li kolanên bajarê Agiriyê dimeşe û di nava grûpê de kesên çekdar hene bi awayekî berfireh li ser torên civakî belav bûne.

Belavbûna wan dîmenan bûyee sedema nerazîbûna beşek ji welatiyan û hinekan ew tevgera Savci Sayan rexne kirine û gotine, serokê şaredariyê ligel grupeke çekdar weke mafya li nav bajêr meşiyaye.

Li gor îdîayan, Serokê Şaredariyê Agiriyê Savci Sayan xwestiye Tîma Futbolê ya Agrisporê bikire lê di navbera wî û Serokê Agrisporê Mehmet Yildirim de nelihevkirinek çêbûye û ev meş jî wek gef bo ser Yildirim hatiye kirin.

Di dîmenan de tê xuyakirin ku di destê kesekî de çeka Klaşnîkof heye.

Heta niha derbarê dîmenan de Serokê Şaredariyê ti peyamek belav nekiriye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst