Li Minbicê goreke bi kom hat dîtin

28-07-2022
RÛDAW
Nîşan Minbic Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Minbicê yê ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve goreke bi kom hat dîtin ku bermahiyên termên 29 kesan têde hatin dîtin.

Ew gora bi kom doh Çarşembê 27ê Tîrmeha 2022an li nêzîkî avahiya Rêveberiya Sivîl a Minbicê hatiye dîtin. Li gor agahiyan, dema ku karmendên Şaredariya Minbicê li nêzîk avahiya Rêveberiya Sivîl a Minbicê mijûlî kolandina kanalên avrêjiyê bûne, ew gor dîtine.

Medyaya nêzî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê belav kiriye, li gor zanyariyên destpêkê termên 29 kesan di wê gora bi kom de hatine dîtin ku destê wan ji paş ve hatine girêdan.

Heta niha nasnameya wan kesan û dîroka veşartina wan terman nehatiye zanîn.

Aliyên peywendîdar û Komîteya Tendirustî ya Minbicê derbarê wê gora bi kom de dest bi lêkolînê kirine.

Ofîsa Ragihandinê ya Minbicê jî ragihandiye ku ew gora komî ya sivîlên li nêzîkî hotêla Minbicê li navenda bajêr ku berê weke girtîgeh ji aliyê rêxistina DAIŞê ve dihat bikaranîn, hatiye dîtin.

Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Minbicê de tê gotin, kesên di gorê de ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin beriya ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di sala 2016 de bajar kontrol bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst