Rê nedan ku serokê Partiya Zafer li ser sînor daxuyaniyê bide

28-07-2022
RÛDAW
Nîşan Partiya Zafer Kilîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kilîs a Bakurê Kurdistanê rê bo Serokê Partiya Zafer nehat dayîn ku li ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyê bide çapemeniyê.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ê ku bi helwêsta xwe ya li dijî koçberan û nijadperest tê naskirin, îro 28ê Tîrmeha 2022an xwest li bajarê Kilîs a Bakurê Kurdistanê ku hevsînor e bi Sûriyê re biçe ber deriyê sînorî yê Oncupinar û li wir daxuyaniyekê bide çapemeniyê lê  hêzên ewlekariyê bi hincetên ewlehiyê rê nedan ku Ozdag biçe ser sînor û daxuyaniyê bide.

Li ser vê yekê di navbera serokê Partiya Zaferê û hêzên ewlekariyê de alozî derket û Umît Ozdag nerazîbûn nîşan da û got, ”Karên neyasayî yên Wezîrê Karên Tawanan Suleyman Soylu yên li dijî partiya Zaferê berdewam in.”

Serokê Partiya Zafer Umît Ozdag ê bi helwêsta xwe ya li dijî koçberan û nijadperest tê naskirin ku di van demên dawîn de li dijî hebûna hemû penaberan li Tirkiyê  û bi taybetî jî penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ye û bi nirxandinên xwe yên li ser vê mijarê derketiye pêş. Ew  dixwaze hemû  koçberên Sûrî yên li Tirkiye bo welatên xwe bên vegerandin û rojane daxuyaniyên li dijî koçberan belav dike.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag li ser rênedana daxuyaniyê got, “Dema ez ji Kilîsê çûm deriyê sînorî yê Oncupinarê, ez ji aliyê polîsan ve hatim rawestandin û gotin ku hûn nikarin bêyî destûr biçin deriyê sînorî. Her wiha gotin ev yek bi hincetên ewlekariyê tê kirin. Hate gotin ku tenê ew otomobîlên ku rê bo wan hatiye dayîn ku biçin aliyê Sûriyê dikarin derbasî wir bibin.”

Umît Ozdag her wiha anî ziman, “Di nav ew kesên em rawestandine de rêveberê ewlekariyê hebû û ez wî bi salan e nas dikim. Ew jî min nas dike ji ber ku min li akademiya polîsan ders dan wî. Gelek nazik bûn li beramber min lê eşkere ye ku ew karê li dijî me dikin ti cihê wê di hiqûqê de nîne. Dema me got em dê bi peyatî biçin sînor rêveberê ewlekariya Kilîsê got ez we bi otomobîla xwe bibim. Hevalên me li vir man û em çûn deriyê sînorî yê Oncupinar. Me li wir lêkolîn û pirsên xwe kirin û em vegeriyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst