Rewşa ewlehî û mirovî li Til Temir û Zirgan zehmet bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa ewlehî û leşkerî û mirovî li  Til Temir û Zirgan, gelekî zehmet û aloz bûye. Ew navçe, ji heftiyekê ve li jêr topbaranên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ye, û rastî gelek ziyan û zehmetiyan dibe.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî-Sûriya, Behcet Şêxo, ji bajarê Til Temir, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, li wê navçeyê du bereyên şer hatin dirustkirin, bereya bakur ji Til Temir heta bajarê Zirgan û bereya rojava li ser rêya Serê Kaniyê ya kevn e, ji Til Temir heta gundê Til Tewîl û di salên borî de gelek ziyanên canî û madî û moralî gihiştin nişteciyên li ser wan herdu bereyan.  

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî-Sûriya-Til Temir Behcet Şêxo got: “Piraniya wan gundan vala bûne û xelkê wan gundan berê xwe dane Kampa Waşokanê û kampên li Heseke û Dêrikê. Ziyan ne bes gihan xelkê û xaniyên wan herwiha ziyan gihîşt zeviyên çandiniyê jî.”

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê, Evîn Cumaa ji Trora Medyayî ya Rûdawê re behsa wê rewşê kir ku li wê navçeyê sivîl têne armanckirin û dibine qurbanî.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê Evîn Cuma dibêje: “Çi kesên sivîl an jî karmendên Rêveberiya Xweser bin bi êrişên asmanî têne armanckirin. Ev jî dibe sedem ku tirs bikeve nav xelkê. Di sala 2022yan de ji ber êrişê dronan 24 kesan canê xwe ji dest dane ku di nav wan de zarok hene. Herwiha 43 kes jî birîndar bûne û ji wan 3 zarok û 7 jî jin bûne. Weke me gotî hejmareke ji wan sivî bûn, hejmareke ji wan karmendên Rêvberiyê bû û hejmarek jî leşkerî bûn.”

Zanyariyên xwecihî ji Til Temirû  Zirgan, diyar dikin ku, roja Yekşemê, tenê di dema 4 rojên bûrî de, bêhtir ji 31 gundî li wê navçeyê hatine armanckirin û beşek ji xelkên jî derbider bûne û hêj alozî berdewam e.