Herî bêtir corona li Amed, Sêrt û Bedlîsê zêde bû

28-07-2021
RÛDAW
Nîşan Corona Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  di hefteya dawîn de herî zêde pêkitina coronayê li parêzgehên wek  Sêrt, Amed, Bedlîs, Giresun û îdirê bûye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Em hêza xwe ya ku pandemiyê dikarin di bin kontrolê de bigirin nexin zorê. Em mecbur in derziya li dijî coronayê li xwe bidin û li gor tedbîran tevbigerin."

Fahrettin Koca amarên coronayê yên di navbera 17-23ê Tîrmehê de li gor parêzgehan eşkere kir.

Hejmara pêketinê li Stenbolê ji 100 hezar kesan li Stenbolê  88,19, li Enqereyê 69,13 û li Îzmîrê  33,43 bû.

Koca destnîşan kir ku di hefteya dawîn de herî zêzde li Sêrt, Amed, Bedlîs, Giresun û Îdirê hejmara pêketiyên Covîd-19ê zêde bûn û got: "Di navbera rêjeya pêketiyan û derzîkirinê de têkilî heye. Derziyê li xwe bidin û li gor tedbîran tevbigerin."

Sêrt vê hefteyê bi ji 100 hezar kesan 748,39 pêketinan bû rêza yekemîn.  Zêdebûna hejmara pêketinên li herêmên geştyarî têne dîtin berdewam dike. Hejmara ku hefteya borî li Muglayê 33.44 bû, vê hefteyê bo 55.71 kesan zêde bû û li Antalya ji 69.65 kesan bû 75.97.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Tenduristiyê ragihand ku hejmara kesên ku bi kêmî ve dozek derziya Covid-19 li xwe dane  ji 40 mîlyonî derbas bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst