Li Duhokê darên 100 salî şewitîn

Duhok (Rûdaw) - Piştî şewitîna zêdetir ji 10 hezar donim zevî û daristanan, agirê daristanên Zawîte li parêzgeha Duhokê hat kontrolkirin. Berevaniya Şaristanî ya Duhokê dibejê ku beşek ji darên şewitî temenê wan 100 sal bû.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Duhokê Bêwar Ebdulezîz ragihand ku di 6 mehên yekem ên îsal de li parêzgeha Duhokê hezar û 553 bûyerên şewatê çê bûne.

Bêwar Ebdulezîz amaje bi wê yekê da ku hinek darên ku şewtîne temenê wan 100 sal in û ti amareke zelal derbarê hejmara darên şewitî li ber destê wan tune ye, lê piraniya wan darên senewber in.

Li gorî gotina Bêwar Ebdulezîz, di 6 mehên yekem ên îsal de li parêzgeha Duhokê hezar û 553 bûyerên şewatê çê bûne.

Agirê daristana Zawîte hat kontrolkrin ku li 23 vê mehê agir ber bibû. Di vî agirî de li sînorê pênc gundan 1700 donimên daristanî şewitîn û ji navçûn. Heta niha sedema agirî nehate zanîn, Rêveberiya Nahiya Zawîte lîjnek bo vekolîn ji sedema agrî pêk aniye û rêveberê nahiyê dibêje herr kesek li pişt dirust bûne dê bêne cezakirin.

Rêvebirê Fermangeha Daristan û Pawanî Zawîte Hişyar Weysî dibêje: “Bi hemû şikla zerar e, dibe ku dara mezin vejînek lê peyda bibe, lêbelê yên wek ştil bi taybet ewên belg tîj neman. Şitlên belg werîn dê kata bidin û ji nû ve hişîn bibin. Wek  wek dar û xişok û zîndewer ên şewitîn jixwe mirin çûn, ên mane jî ji bo wan cihê jiyanê li vir nema.”

Rêvebirê Nahiya Zawîteyê Îdrîs  Gelnaskî jî got: “Li gor yasayan em dê serederê ligel wan kesan an jî aliyan bikin bikin ku li pişt wî agirî bûne.