Rêveberiya Xweser nirxê tovê genim diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê, nirxê kîloya tovê genim, bi 1200 lîreyê Sûriyê ji bo cotkaran destnîşan kir.

Desteya Aborî û Çandiniya Rêveberiya Xweser ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek derbarê nirxê tovê genim de belav kir.

Desteya Aborî û Çandiniyê ragihand, ku ji bo sala çandiniyê ya 2021-2022, nirxê kîloya tovê genim, yê xirbalkirî û dermankirî, bi 1200 Leyreyên Sûriyê ji bo cotkaran hatiye destnîşan kirin.

Li gorî ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, wê belavkirina tovê genim li ser cotkaran, ji 10ê îlona îsal de destpê bike û dê cotkar kîloya genimê pak yê ku ji bo çandiniyê hatiye amedekirin, bi 1200 lîreyê Sûriyê, ji Rêveberiya Xweser bikirin.