Encûmena Wezîran bo dabînkirina vaksînê daxwaz ji civaka navdewletî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Wezîran daxwaz ji civaka navdewletî kir da ku bo dabînkirina vaksînê bo şêniyên herêmê, hevkariya Herêma Kurdistanê bike.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro çarşemê, 28/07/2021, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî tê de beşdar bû, “di mijara yekem de me behsa hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo yekxistin û rêkxistina dahatan hat kirin û tekezli ser vê yekê hat kirin ku hikûmeta tevahiya hewlên xwe bo rêkxistina dahatên giştî bi mebesta dabînkirina mûçeya mûşexorên Herêma Kurdistanê ku karê herî li pêş yê hikûmeta herêmê ye, bi tevger kiriye.”

Li gor daxuyaniyê, di berdewamiya civînê de Cîgirê Serokwezîr diyar kir ku armanca sereke ji rêkxistin û yekxistina dahatan, xizmetkirina welatiyan e û daxwaz ji wezaretan kir bo serxistina vê prosesê hevkariya pêwîst pêşkêş bikin.

Wezîrê Tendirustî Saman Berzencî jî di civînê de raportek derbarê rewşa tendirustî û zêdebûna berçav ya kesên ku bi Coronayê dikevin û zêdebûna hijmara pêketiyan û miriyan ji ber Coronayê û rêkarên rûbirûbûna Corona û pêşîgirtina li belavbûna zêdetir ya Coronayê pêşkêş kir.

Civata wezîran jî tekezî li ser cîbikirina rêkarên xweparêziyê yên ku di civîna dawî ya Komîteya Rûbirûbûna Coronayê de hatine diyarkirin kir bi awayek ku hevsengî di navbera jiyan û karê welatiyan de parastî be û tendirustiya wan jî li ber çav were girtin.

Herwiha hate diyarkirin, “Civata Wezîran rixmî destxweşîkirin li Wezareta Tendirustî û karmendên tendirostiyê bo hewlên wan yên bo rûbirûbûna Coronayê û piştevanîkirina projeya hawarhatinê ya tendirustiyê û rêkarên Komîteya Bilind ya Rûbirûbûna Coronayê, daxwaz jî ji civaka cîhanî kir da ku bo dabînkirina vaksînê bo şêniyên herêmê, hevkariya Herêma Kurdistanê bike.”

Herwiha di civînê de biryar hat dayîn ku herdu qezayên Soran û Zaxo bibin îdareyên serbixwe û serokwezîr amaje bi wê kir, “Soran û Zaxo du deverên mezin û berfireh û girîng in û bûna wan bi îdareya serbixwe karasaniyeke gelek zêde bo şêniyên wan deveran pêşkêş dike.”

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed jî behsa bingehên qanûnî yên bûn bi îdareya serbixwe bo Soran û Zaxoyê kir û Civata Wezîran jî biryar li ser avakirina îdareya serbixwe li Soran û Zaxoyê da û Wezareta Navxwe û wezaretên din yên têkildar jî hatin pîwerdarkirin daku rêkarên pêwîst yên qanûnî û îdarî bo vê yekê cîbicî bikin.

Hat diyarkirin ku di mijara çaran a civînê de giftûgo derbarê rakirina çekên bêmolet hate kirin û hate gotin ku ev diyarde gelek metirsîdar e û lazim e bilez dawî pê were anîn û nabe bi ti awayî rê bi hilgirtina çekên bêmolet were dayîn. “Divê hilgirtin û firotina çekan bi rêdayîna aliyên têkildar yên fermî be û çekên ku têne firotin ji divê ji aliyê Wezareta Navxwe ve hatibin tomarkirin.”

Wezîrê Navxwe di civînê de proje yasayeke taybet di vê derbarê de pêşkêş kir û balkêşande ser hijmareke zêde pêşniyaran bo dawîanîna bi diyardeya hilgirtina çekên bêmolet.

Herwiha Wezareta Samanên Xwezayî û wezaretên din yên têkildar hatin pîwerdarkirin daku dest bi amadekariyên pêwîst yên bo dabînkirina sûtemeniyê li ser xelkê di demsala zivistanê de bikin.

Civata Wezîran pêşwazî ji encamên gera çaremîn ya diyaloga steratejîkî ya navbera Iraq û Amerîkayê bi armanca pêşxistina têkiliyên hevbeş li ser bingeha hevbeşiya steratejîk di tevahiya warên cihê girîngiya her du aliyan û Herêma Kurdistanê kir.