Rojên vegera Kurdên Rojava bo Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê li Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin û niha ji ber tedbîrên koronayê asê mane, sibe deriyê Sêmalka-Pêşabûr li ber wan vedibe û dikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Deriyê Sînorî Pêşabûr Şewket Berbiharî ji Rûdawê re ragihand ku Wezareta Navxwe ya herêma Kurdistanê biryar daye ku ji sibe Çarşemê 29ê Tîrmehê kesên ku îqama wan ya Herêma Kurdistanê hene dikarin vegerin.

Şewket Berbiharî  têkîldarî vegera kesên xwedî îqameya Herêma Kurdistanê ye da zanîn ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku îqameya wan a Herêma Kurdistanê heye û akincîyên parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê ne, dikarin rojên  Dûşem û Çarşemê ji derîyê Pêşabûrê vegerin.

Bi gotina Berbiharî  kesên li Duhokê dimînin jî, hatina wan rojên yekşem û sêşemê ye.

Rêveberê Deriyê Sînorî Pêşabûr Şewket Berbiharî  da zanîn ku ku di navbera 29ê vê mehê heta 1ê Tebaxa 2020an derî ji bo vegera dê vekirî be.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku Rêveberê Deriyê Pêşabûr ji ber tedbîrên koronayê û pişkinînan dê rojane rê ji 250 kesan re were vekikirin û derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Piştî belavbûna vîrusa Koronayê û wergirtina tedbîran ji bo rêgirtina li ber belavbûna wê, li Başûrê Kurdistanê 14ê Adara 2020an çûnûhatina di navbera parêzgehan de hatibû qedexekirin, herwiha çûnûhatina di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de jî hatibû rawestandin, ev yek bû sedema ku hejmarek malbat ji hev qut bibin.

Roja 30 Gulana 2020, piştî vekirina deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, 225 kes ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ku bi sedema tedbîrên têkildarî vîrusa koronayê li Başûrê Kurdistanê asê mabûn, vegeran nav malbatên xwe, lê destûr bi kesên li Rojavayê Kurdistanê asê mabû nehatibû dan.