Li Urmiyê her sal zêdetirî trilyonek tûmen gendelî hatiye kirin

28-07-2019
RÛDAW
Bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê.
Bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê.
Nîşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Mehdî Şehriyarî Îran Kurd Azerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê, Parêzgarê Urmiyê ragihand ku beriya destbikarbûan wî, berpirsên wê parêzgehê salane zêdetirî  trîlyonek tûmen gendelî kirine û desthilata xwe ya bi xirabî bikar anîne.


Parêzgarê Urmiyê 3 meh beriya niha, dosyayeke gendeliyê ya Nûnerê Bajarê Urmiyê Hadî Behadorî aşkere kir û ev piştî wê hat ku Behadorî daxwaz ji parêzgar dikir ku dawî li dirûşman bîne û herî kêm navê kesekî aşkere bike ku gendelî kiribe.

 

Ev yek bû destpêka nanokî û milmilaniyan bo Parêzgarê Urmiyê, Mehdî Şehriyarî ku bi xwe Kurd e û ji Xorasana Bakur e.

 

Parêzgarê Urmiyê dibêje, niha li parêzgariyê ji bo rûbirûna hewldanên gendeliyê xebteke mezin birêve diçe. Mihemed Şehriyarî herwiha dide xuyakirin, ku hewldanên wî yên li dijî gendeliya berpirsên Urmiyê, li ser wî gelek giran ketine.

 

Bi gotina Şehriyarî, beriya hatina wî bo ser postê parêzgariyê, berpirsên Urmiyê bi xirab bikaranîna pêgeh û berpirsyarên xwe, zêdetirî yek trîliyon tûmen gendelî li Urmiyê kirine. Parêzgarê Urmiyê dibêje, “100 kesên ku di parêzgariyê de xwedî desthilat bûne, mijûlî talan û rantxwarinê bûne. Hemû bûdceya parêzaeriyê xistine berîka xwe.”

 

Mihemed Mehdî Şehriyarî dibêje, ji ber wan gendeliyan rêjeya bêkariyê li Urmiyê bilind bûye, sermayeguzarî nehatiye kirin û gelek kêşe û giriftên din jî rûdane.

 

Şehriyarî du sal berî niha weke Parêzgarê Urmiyê hat diyarkirin, ew ji Kurdên Xorasanê ye û ji ber hindê rastî nerazîbûna Azeriyan hatibû ku heyameke dirêj ew bi xwe li parêzgeha Urmiyê desthilatdar bûn.

 

Şehriyarî yekem kesê Kurd e ku ji destpêka Komara Îslamiya Îranê ve li Urmiyê bûye parêzgar.

 

Hewldanên wî yên li dijî gendeliyê û nehiştina rantê, rastî rûbirûna aliyên xwedî desthilat ên parêzgeha Urmiyê hatin.

 

Berpirsên Tirk ên Urmiyê, Şehriyrî weke mêvan dibînin ku di berjewendiya Kurdan de kar dike. Nûnerê Urmiyê Nadir Qazimpûr, Sibata 2018an di daxuyaniyekê de gotibû, “Em rê bi mêvanan nadin ku di pirsên parêzgariya Urmiyê de gelek biçe pêş.”

 

Pispor û şareza, sedema êrîşên li dijî Şehriyarî li parêzgeha Urmiyê, bo wê yekê vedigerînin, ku wî kariye heta niha rûbirûyê geneliya sîstematîk bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst