Li Sîdekan 200 çêlek radestî xwediyê wan hatin kirin û du gavan jî hatin azadkirin

28-07-2019
RÛDAW
Nîşan Sîdekan Kurdistan Pasdaran Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destbiserdegirtina 200 çêlek û girtina gavanan, Pasdarên Îranê ew 200 çêlek radestî xwediyê wan kirin û herdu gavan jî hat azadkirin. Rêveberê Nehyeya Sîdekan jî dibêje: “Ji bo wî karî Pasdar 4 kîlometre hatibûn pêş.”

 

Derbarê bûyerê de Rêveberê Nehyeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdawê re got: “Piştî ku roja Şemiyê li sînorê Berberdê yê navçeya Sîdekan Pasdarên Îranê dest danîn ser 200 çêlekan û gavan jî girtin, doh êvarê piştî hewldanên me û xelkê navçeyê Pasdarên Îranê her 200 çêlek radestî xwediyê wan kirin û gavan jî azadkirin.”


Rêveberê Nehyeya Sîdekan behsa wê yekê jî kir ku herçiqas ji xelkê re dibêjin nêzîkê sînorê Îranê nebin, lê wek ew dibêje: “Ji bo vî karî Pasdarên Îranê 4 kîlometreyan hatine nav axa Herêma Kurdistanê û piştre herdu gavan û çêlekên wan jî ligel xwe birine.”


Nehyeya Sîdekan ser bi qezaya Soran a Hewlêrê ye û 38 kîlometre dûrî qezayê ye û 142 kîlometre jî dûrî navenda parêzgeha Hewlêrê ye.


Berî niha roja Yekşemê (21.07.2019) zêdeyî 15 Pasdarên Îranê li sînorê gundê Alane 420 mî û bizinên akinciyên navçeyê biribûn û roja piştre jî hemû ew mî û bizin radestî xwediyên wan kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst