Hikûmetê biryar daye li Çiyayên Munzûrê dest bi deranîna kanzayê bike.
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê biryar daye li Çiyayên Munzûr, bi dirêjahiya 60 kîlomtereyan, dest bi çend projeyên dernanîna kanzayê bike.
Parêzgeha Dêrsimê, yek ji dewlemendtirîn navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye, ji bo kanza (ango maden) û çavkaniyên siruştî.
Niha 145 projeyên kanzayê li wî sînorî hene.
Hikûmeta Tirkiyêê biryar daye li Çiyayên Munzûr, bi dirêjahiya 60 kîlomtereyan, dest bi çend projeyên dernanîna kanzayê dike. Hikûmetê biryar daye ku wî çiyayî têlbend bike û li wê derê dest bi deranîna kanzayê bike.
Endamê Odeya Endazyarên Tirkiyê, Cemaledîn Kuçuk ev yek piştrast dike û dibêje: "Hikûmeta Tirkiyê biryar daye ku Çiyayê Munzûr têlbend bike. Ew bi dirêjahiya 60 kîlometreyan bi Navçeya Samanên Kanzayî hatiye ragihandin.Ew kanza yek ji paktirîn kanzayan e ku hêz û karînê bêhtir dide projeyan. Biryar e hikûmet dest bi projeya deranîna kanzayê bike."
Li gorî zanyariyên çavdêrên projeyê, navçeya diyarkirî ji bo destpêkirina projeyê, dikeve rêya Pulur-Dêrsim û rûberê wê nêzîkî 43 hezar û 350 hektar çargoşe ye.
Lêkolînan derxistiye ku li wê navçeya Dêrsimê, 5 deverên cuda yên li ser çiyê hene, bi çavkaniyên siruştî dewlemend in.
Hevdem nîşan bi wê yekê daye, ku pêwîst e rêkarên tund bêne standin û ev yek li ber çavan bê girtin ku ligel destpêkirina projeyên kanzayê, gelek corên gul û giya, li navçeyê namînin.
Herwiha dibe ku ava jêr zeviyê û jiyana siruştî, li navçeyê, têkevin jêr bandorên nerênî.