Kurdên Kerkûkê bi neçarî xaniyên xwe bi erzanî difiroşin

28-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk Çoplîce Hencîre Bacwan Xanî Welatî
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet bi piştevaniya hêzên Iraqî, mehek mohlet daye ji Kurdên gundên Çoplîce, Hencîre û Bacwan re daku xaniyên xwe vala bikin.

 

Gundên Çoplîce, Hencîre û Bacwan ên Kerkûkê hevsînorê kêlgehên petrolê ne û di sala 2004an de bi biryara Encûmena Parêzgehê li wan deran xanî hatine çêkirin.

 

Xelkê herêmê diyar dikin ku Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet Rakan Seîd biryar daye ku xanî werin valakirin, lê ev biryar tenê Kurdan li xwe digre.

 

Niştecihê gundê Çoplîce yê bi navê Yûsiv Husên ji Rûdawê re ragihand: “Xanî heye 180 milyon dînar lê çûye, heye 80 – 60 milyon dînar jê re xerc kirine, lê niha ji tirsan bi 40 û 35 milyonî difiroşin.”

 

Kurdên ku li wan gundan xanî çêkirine, xwedî tapoyên reş û nasnameya serdema Osmanî ne, herwiha ji bedêla erdên wan ên ku ji kompaniya petrolê ya Bakur re hatine dayîn, li wan gundan erd dane.

 

Niştecihê gundê Hencîre yê bi navê Erdelan Mihemed dibêje: “Ew deh malên ku dadgehê gazî wan kirine, hemû Kurd in. Ez dikarim navên wan yek bi yek bibêjim û hemû jî nas dikim. Ev jî nasnameya bapîrê min e, di sala 1924an de li Kerkûkê ji dayîk bûye û bavê wî jî di sala 1878an de li Kerkûkê hatiye dinyayê, hevjîna wî jî di 1890î de li Kerkûkê. Em ku nasnameya me ya sala 1957an a Kerkûkê heye, xelkê resen ê vî bajarî ne.”

 

Gundê Bacwan ku beşeke wî dikeve nav kêlgehên petrolê, ji ber erebkirinê niha piraniya niştecihên wî Ereb in û ji aliyê îdareya Kerkûkê ve hatine dilniyakirin ku ew dernakevin.

 

Bêyî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Parêzgarê bi Wekalet Rakan Seîd biryara valakirina gundên ku piraniya wan Kurd in ji Bexdayê wergirtiye, ji bo cîbicîkirina biryarê jî av û elektrîka wan gundan birîne, daku neçar bibin û vala kin.

 

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî diyar kir: “Hencîre, Bacwan, Çoplîce, Şora, Gurgeçak û Sêkanî, ev hemû bi fermî vegeriyane û xaniyên xwe çêkirine, ji ber ku di sala 1963an de hatibû veguhestin, hatin qerebûkirin. Lê belê îdareya niha ya Kerkûkê li gel Wezareta Petrolê li hev kirine ku Kurdan derxin û Ereban bînin. Ev nayê qebûlkirin, eger Iraq hikûmet be, nabe rê bide vê yekê.”

 

Erebên ku li gor madeya 140 a Iraqê hatibûn qerebûkirin û ji Kerkûkê derketibûn, bi biryara parêzgarê demkî yê wê parêzgehê, careke din vegeriyane Kerkûkê û dixwazin wan erdan bikolin ku di dema erebkirina Kerkûkê de di serdema Sedam de ji wan re hatibûn dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst