Ji ber navê Kurdistanê ceza dan Zarok TV

28-07-2018
RÛDAW
Nîşan Zarok TV RTUK Ceza
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (RTUK) ji ber du stranan ceza da yekem kanala zarokan a Bakurê Kurdistanê Zarok TV.

 

Zarokekê li ser ekranên Zarok TV di 17ê Adarê de strana "Gula min Cizîra Botan e" gotibû û RTUK ev stran wergerandiye zimanê Tirkî û gotinên "Serhildana Nisêbînê" û "Roj hilatiye li Kurdistanê" di raporta xwe de destnîşan kirine. Herwiha di bernameyeke 20ê Adarê de jî zarokekê starana "Kurdistan pir şîrîn e" gotiye.

 

Di raporta RTUKê de hatiye gotin ku di stranan de pesnê erdnîgariya ku navê "Kurdistan" lê kirine û ji aliyê Komara Tirkiyê ve nayê qebûlkirin didin.

 

Herwiha hatiye gotin ku "bernameya ku ji aliyê naverokê ve li gor xizmeta armanca rêxistina terorê hatiye amadekirin, zarokan jî tevlî vê armancê dikin û propaganda bikin".

 

RTUKê bi hinceta prensîpa xwe ya "nabe pesnê terorê were dayîn û were teşwîqkirin, nabe rêxistinên terorê bihêz an jî mafdar nîşan bide", cezayê "wergirtina dahatên reklaman ji sedî 2 heta 5" da û cezayê "5 car rawestandina bernameyê" lê birrî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst