ZAXO - Ji ber topbarana Tirkiyê 4 xort birîndar bûn

28-07-2017
RÛDAW
Nîşan Zaxo Artêşa Tirkiye topbaran birîndar
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Çar xortên ji navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê, ji ber topbarana Tirkiyê birîndar bûn. Ji 4 birîndaran 2 kes futbolîstên Tîma Zaxoyê ne.

 

Peyamnêrê Rûdawê Yûsiv Mûsa ji Zaxoyê ragihand, ku bûyer îro li derdora saet 18:00an li Geliyê Pizaxa yê nahiyeya Batîfa qewimiye û dema ku ji aliyê Tirkiyê ve topbaran hatiye kirin, futbolîstên Tîma Zaxoyê û hevalên wan di nav otomobîlê de bûne.

 

Peyamnêrê me diyar kir, ku futbolîstên Tîma Zaxoyê Emîrxan Xwastî û Barzan Mihemed li gel du hevalên xwe yên bi navê Ehmed Seîd û Nîwar Nayîf ji bo geşt û seyranê çûne derveyî navçeyê û ji ber êrişeke topxaneya Tirkiyê birîndar bûne.

 

Hat ragihandin ku 3 birîndar piştî dermankirina li Nexweşxaneya Giştî ya Zaxoyê ber bi mala xwe ve hatine veguhastin, lê Emîrxan Xwastî hêj di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst