FLAŞ - Kurdistan nûneratiya xwe li Enqerê vedike

28-07-2016
HÊVÎDAR EHMED
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Enqere Kurdistan Hewlêr Nûneratî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Herêma Kurdistanê wek hikûmet nûneratiya xwe ya fermî li Enqere ya paytexta Tirkiyê vedike.

 

Hikûmeta Tirkiyê li benda Herêma Kurdistanê ye, da ku bi awayekê fermî nûneratiya fermî ya xwe li Enqerê veke.

 

Serkonsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Mehmet Akif Inam aşkere kir, Enqere razî bûye ku Hewlêr deriyê ofîsa xwe ya fermî veke.

 

Mehmet Akif Inam ragihand, vekirina nûneratiya Herêma Kurdistanê li Tirkiyê ji mêj ve di bernameya Enqerê de ye û da xuyakirin, ku vekirina nûneratiya Kurdistanê li Enqerê di berjewendiyên her du aliyan de ye.

 

Inam wiha axivî:

 

“Demek dirêj e ku vekirina nûneratiya Herêma Kurdistanê li Tirkiyê di bernameya Enqerê de ye. Rast e ku li ser asta siyasî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) nûneratiyên xwe hene, lê belê Tirkiye dixwaze di nêzîktirîn dem de, nûneratiya Herêma Kurdistanê were vekirin. Biryara vê yekê jî li cem Herêma Kurdistanê bi xwe ye, ku dê kengê veke. Ez dixwazim bêjim, pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqerê di asteke gelek baş de ne û vekirina nûneratiya Herêma Kurdistanê di berjewendiya bilind a her du aliyan de ye.”

 

Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştrast kir, ku dê di demek nêzîk de nûneratiya fermî ya Herêma Kurdistanê li Tirkiyê bê vekirin.

 

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kuridstanê Felah Mistefa bi piştratskirina nûçeya vekirina nûneratiya Kurdistanê li Enqerê ragihand, ku vekirina vê nûneratiyê hinekî paş ketiye.

 

Felam Mistefa da xuyakirin, ku Hewlêr û Enqerê lihevkirinek hene bo vekirina nûneratiya Kurdistanê li Tirkiyê, lê belê ew pêngav hinekî paş ketiye.


Felah Mistefa ku hin welatên derve wek Wezîrê Derve yê Kurdistanê serederiyê pê re dikin, behsa sedema paşketina vekirina nûneratiya Kurdistanê li Enqerê dike.

 

Mistefa wiha got: “Tenê vekirina nûneratiya Herêma Kurdistanê li Enqerê nîne ku ji ber hebûna kirîza darayî rastî arîşeyan hatiye, belku Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijûlî planekê ye ku çawan kirîza darayî derbasî nav dîplomasiya Kurd li derve nebe.”

 

Mistefa tekez kir, ku xerciyê salane yê nûneratiya Herêma Kurdistanê li derve 15 milyon dolar e.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, dê kursiyê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tirkiyê pişka PDKê be û dê kesekî PDKyî bibe nûnerê Kurdistanê li Enqerê.

 

Bi vekirina nûneratiya Herêma Kurdistanê li Tirkiyê hejmara nûneratiyên Kurdistanê yên li welatên derve dibin 15 nûneratî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst