DIAŞê êriş kir: 1 Fermande û 1 Efser ên pêşmerge şehîd ketin

28-07-2016
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Eniya Xazir Êriş Hawin Pêşmerge Şehîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê li Eniya Xazirê bi top û hawinan êrişî Hêzên pêşmerge kir û di encamê de 1 Fermande û 1 efserê Hêza Pêşmerge şehîd ketin.

 

Fermandeyê Supaya 4 a Pêşmergeyên Zêrevanî, muqedem Sebah Ebas Glêcalî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihan: “Êvariya îro pênşemî di encama ketina gulleyeke hawinê ya çekdarên DAIŞê li gundê Muftî  yê li Eniya Xazirê, Fermandeyê Fewca 3 a Hêza 2 a Supaya 4 a Zêrevaniyê eqîd Luqman Çemçemalî, li gel efserekî din bi navê Salar Hemed Seiîd û bi pileya mulazim yek şehîd ketin.”

 

Sebah Glêcalî herwiha da xuyakirin: “Her di encama topbarana DAIşê bo ser çeperên Hêzên Pêşmerge de, 4 pêşmerge jî birîndar bûne.”

 

Glêcalî da zanîn, ku birîna her 4 pêşmergeyan sivik e.

 

Fermandeyê Supaya 4 a Zêrevaniyê tekez jî kir, ku rewşa Eniya xazir niha asayî ye û şehîdbûna wan her du fermande û efserê Hêza Pêşmerge jî ji ber ketina gulleya hawinê bûye.

 

Glêcalî di berdewamiya axavtina xwe got, ku Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa çekdarên DAIŞê dan û cihên wan topbaran kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst