Dêrsîm- Dîsan şewata daristanan (Wêne)

Dêrsîm (Rûdaw)- Li Dêrsîmê agirê ku bi devera Kurespî ket, derdora 45 hektar kelemê/daristana maziyan kir rijik û berda.

 

10 kîlometir dûrî navenda bajar Dêrsîmê, li devera gundê Kurespî li jorî 4emîn Fermandariya Alaya Qomandoyan agirê derket, derdora 45 hektar erd şewitand. Sedemê derketina şewatê nehatiye zanîn.

 

Ligel alîkariya xelkê deverê hêzên agirkujiyê yên Şaredariya Dêrsîmê û tomayên zirxpoş ên avavêjiyê yên leşkeriyê rê li ber agir girtin. Lê belê derdora 45 hektar daristanên çilo û maziyan şewitî.