Macron: Li ser vegerandina penaberan divê em li hev bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku divê li ser dersînorkirina penaberan ew hevnêrîn bin.

Civîna Lûtkeya Lîderên Yekîtiya Ewropayê li Bruksela Belçîkayê berdewam dike.

Emmanuel Macron li ser babeta penaberan bersiv da pirsên Nûçegîhanê Rûdawê Zinar Şîno.

Macron amaje bi wê yekê kir ku divê danûstandinên pêwîst li ser mijara koçberan bikin.

Macaron ji welatên Ewrûpayê xwest ku pêwîste li ser mijara koçberiyê hevnerîn bin û biryarên nû bidin.

Macron di li ser pirsa Zinar Şîno jî wiha bersiv da:

“Em dê danûstaninên guncav li ser wê mijarê bikin. Em dê li ser wê mijarê biryarekê bidin.

Divê em li ser du mijaran li hev bikin û gotûbêjên stratejîk li serê bikin.

Yek ji wan rêkeftina kesk e û ya din jî mijara penaberan e. “

Li gorî Komîsyona Navxwe ya Ewropayê, sala 2023yan de zêdetirî 281 hezar penaber derbasî Ewropayê bûne.

252 hezar penaber bi rêya deryayê û nêzî 29 hezar penaber jî bi rêya bejahî gihiştine Ewropayê.

Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), sala borî zêdetirî 155 hezar koçber ji ser Îtalyayê derbasî Ewropayê bûne.