Wan - Ciwanê 15 salî di golê de xeniqî

28-06-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Xeniqîn Gol Tarikcan Gezen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rêya Armûşê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî 15 salî yê di golê de xeniqî.

Li gundê Dermanê yê Rêya Armûşê doh Tarikcan Gezenê 15 salî ji bo xwe hênik bike kete gola gund û avjenî kir.

Lê Tarikcan Gezen piştî demekê di golê binav bû û winda bû.

Li ser agahdarkirina kesên li cihê bûyerê tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatên lêgerînê de termê Gezen ji nav golê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê gezen bir morga nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst