Amed - Dêra dîrokî ya Ermeniyan tê nûjenkirin

28-06-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Dêra Surp Sarkîsê ya Ermeniyan/ Wêne: Rûdaw
Dêra Surp Sarkîsê ya Ermeniyan/ Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Dêra Ermeniyan Nûjenkirin Dêra Surp Sarkîsê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Dêra Surp Sarkîsê ya Ermeniyan ku dîroka wê diçe heta 508 sal berê û niha ji bêxwedîbûnê bûye kavil, tê nûjenkirin.

Nûjenkirina dêrê bi diayan dest pê kir. Patrîkê Ermenan Sahaq Maşalyan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî tevli diayan bûn.

Dêra Surp Sarkîsê, dêreke Ermenan e û li naçeya dîrokî Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Temenê wê herî kêm 508 sal e. Dêra Surp Sarkîsê ev demeke gelekî dirêj e ku wekî sêwiyeke bêxwedî maye.

Piştî ew qas salan cara yekemîn e ku li vê dêrê dia tên kirin.

Patrîkê Ermenan Sahaq Maşalyan jî serkêşiya diayan dike lê ev dua ji diayên din cudatir in.

Dia vê carê ji bo nûjenkirina dêrê tên kirin. Mizgîniya vê ji aliyê patrîk ve tê dayîn.

“Aliyê herî zehmet ê her karî destpêkirin e”

Patrîkê Ermenan Sahaq Maşalyan got, “Aliyê herî zehmet ê her karî destpêkirin e.

Ji bo ku ev avahî bê nûjenkirin, helbet em li benda alîkariya rêveberiyên herêmî ne. Çi ji destê me bê em jî dê bikin.”

Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyeyê 5 milyon lîreyê Tirkî ji bo nûjenkirina dêrê bexşandiye.

Lê rêveberên Ermenan dibêjin dibe ku derdora 70 milyon lîreyên Tirkî dê li nûjenkirinê biçe.

Ev jî dike nêzikî 2 milyon dolarên Amerîkî.

“Dê 2-3 salan berdewam bike”

Rêveberê Dêra Cemaeta Ermenan a Amedê Ohannes Ohanyan wiha anî ziman:

“Ez bawer dikim du sê salan dê berdewam bike. Li gorî fînasmanê û pere…

Piştî ku qediya em dê ji bo vekirina wê merasimeke mezin li dar bixin.

Dema me Surp Sarkîs jî vekir, 5 hezar kes beşdar bûn.”

“Çi ji destê me bê em dê bikin”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî diyar kir ji bo nûjenkirina Dêra Surp Sarkîsê çi ji destê wan bê dê qet texsîr nekin.

Lewre cihên wiha dîrokî xemla bîra civakî ya bajêr in.

Dogan Hatun wiha got, "Ji bo ku ev avahî bi awayekî zû ji nû ve were avakirin, di aliyê aboriyê de jî û di aliyê derûnî de jî çi ji destê me bê em dê bikin."

Dêra Surp Sarkîsê di dema Osmaniyan de demeke dirêj wekî dibistana pîşeyî hatiye bikaranîn. Keç û xortên ku xwestine pîşeyek hîn bibin, li vê dibistanê perwerde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst