HEWLÊR - Fermandarekî Pêşmergeyan canê xwe ji dest da

28-06-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Pêşmergeyan Hewlêr Fermandar Muhsîn Reşîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Pêşmergeyan di otomobîla xwe de bi awayekî mirî hat dîtin.

Fermandarê Pêşmergeyan Muhsîn Reşîd doh êvarî li Hewlêrê bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da.

Heta niha hurgiliyên bûyerê nayên zanîn û haya malbata Muhsîn Reşîd îro ji bûyerê çêbûye.

Cenazeyê Muhsîn Reşîd îro di nava otomobîla wî de hat dîtin.

Çavkaniyekê ji Rûdawê re da zanîn ku bûyer duh êvarî çêbûye û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînan kiriye.

Çavkaniyekê ji malbata Muhsîn Reşîd jî ji Rûdawê re da zanîn ku bûyer doh êvarî çêbûye û ew li hêviya lêkolînên hêzên ewlehiyê ne.

Polîsê Hewlêrê paşê ragihand ku Muhsîn Reşîd xwe di otomobîla xwe de kuştiye.

Wezareta Pêşmergeyan jî da zanîn ku Muhsîn Reşîd di şerê bi DAIŞê re de xizmeteke mezin kiriye. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst