Fermandarekî artêşa Tirkiyeyê ji ber qaçaxçîtiya mirovan hat girtin

28-06-2024
RÛDAW
Nîşan Fermandar Artêşa Tirkiyeyê Qaçaxçîtiya Mirovan Bîlal Çokay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî artêşa Tirkiyeyê ku li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de qaçaxçîtiya mirovan dikir hat girtin.

Fermandarê pilebilind ê Artêşa Tirkiyeyê mîrlîwa Bîlal Çokay bi tohmeta ku li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê  bi otomobîla xwe ya meqamê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de qaçaxçîtiya mirovan dike hatibû malnişînkirin.

Çokay 26ê Hezîranê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Kaniya Xezalan li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hatibû desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de Bîlal Çokay biribûn Rihayê.

Li gorî zanyariyan, Bîlal Çokay 27ê Hezîranî piştî karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê bi biryara dadgehê hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst