Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve 2 malbatan bi dar û keviran pevçûn. Di şer de 3 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan êvara Çarşemê 28ê Hezîrana 2023an li taxa Kale ya navçeya Cizîrê di navbera dû malbtan de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.
Piştî demekê endamên herdu malbatan bi dar û keviran pevçûn û 3 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn daye detspêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse