Xelkê Qamişloyê Cejna Qurbanê bi coş pîroz dikin

28-06-2023
Hisên Omer
Xelkê Qamişloyê Cejna Qurbanê bi coş pîroz dikin
Xelkê Qamişloyê Cejna Qurbanê bi coş pîroz dikin
Nîşan Qamişlo Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê tevî rewşa dijwar a aboriyê welatî bi hêviya Kurdistaneke azad bi coşî pêşwazî li Cejna Qurbanê dikin.

Mezin û zarok cejna Qurbanê li hev pîroz dikin. Ji serê sibehê ve zarok wekî nerîteke kevin li malan digerin.

Nivîskar Mihemed Ebdî hevî kir ku di cejnên bê de koçberên Kurd ên ku neçar mane welatên xwe bicih bihêlin vegerin sar axa xwe.

Nivîskar Mihemed Ebdî got “Cejna we pîroz be. Cejna Qurbanê tevahiya gelê Kurdistanê û misilmanan pîroz dikim. Cejna cenabê Serok Mesûd Barzanî pîroz dikim. Hêvî dikim ku cejna were cejneke serkefî be di Kurdistaneke azad, welatekî azad de. Heviya me cejna were ev penaber û malbatên ku li derve ne me hemû vegerin welatê xwe.”

Mezin bi jin û mêran ve cejna kesûkar û cîranên xwe pîroz dikin.

Çalakvan Şemdîn Nebî jî hevî kir ku cejnên bên bibin sedema çareserkirina mafên gelê Kurd û yekîtiya Kurdan.

Çalakvan Şemdîn Nebî dibêje “Cejna gelê Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Li cenabê Serok û dayikên şehîdan li hemûyan pîroz be. Bi rastî ev cejn ne wek hemû cajnan bû ji ber encama koçberiyê û çûna xelkê bo Ewropayê zarok kêm bûn. Em bi hêvî ne cejnên werin bi yekîtiya gelê Kurd, bi kêfê, bi xweşiyê, bi çareserkirina mafên miletê Kurd derbas bibin.”

Bi sedema koçberiyê herçiqas kêf û şahiya cejnê wekî cejnên berê nemabin jî xelk hewl dide cejneke xweş derbas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst