Parêzerê malbata Doku: Eger dîmen bên zelalkirin dê rewşa Gulistan bê zanîn

28-06-2022
RÛDAW
Nîşan Gulistan Doku Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê malbata Gulistan Doku ew keça Kurd a wendabûyî dibêje, hinek tomarên vîdyoyî di dosyayê de hene ku ne zêde zelal in û nayêne dîtin, wan ji bo zelalkirinê ew vîdyo şandine Buroya Kriminal a Niştimanî.

Parêzerê malbata Doku Ali Çimen di derbarê dosyeya Gulistan Doku de diyar kir ku pêşveçûnek çêbûye û dîmenên kameraya pira ku Gulistan herî dawî li wê derê hatiye dîtin ji bo zelalkirinê şandine Buroya Krîmînal a Niştimanî.

Parêzer Ali Çimen dibêje: “Du kamera li ser Pira Sari Saltuk hene. Yek nêzîk û yek jî dûr e. Ji wan re hatiye gotin ku kameraya nêzîk xirabe ye û ya din jî dîmenên wê ne zelal in. Berê jî cenderme û hêzên emnî xwestin wan dîmenan zelal bikin, lê nikarîbûn. Tenê 8 xûlek dîmen bo Buroya Kriminal a Niştimanî hatibûn şandin û ti encam jê derneketibû, lê niha 3 demjimêr û nîv dîmen bo heman cihî hatine şandin. Eger ev dîmen bêne zelalkirin dê derkeve ka Gulistan ji wê derê çûye yan na."

Gulistan Doku ya 21 salî, ji 5ê Çileya 2020an ve piştî ku ji Beşa Navxwe ya Zanîngeha Dêrsimê çûye derve, wenda ye. Malbata Gulistan, Zeynal Abakarov ê hevalê keça xwe tohmetbar dikin, ku bi esil Rûsî ye û zirbavê wî li Dêrsimê polîs e. Zeynal Abakarovê tohmetbarê serekî yê wendakirina Gulistan Doku roja 17ê Adara îsal li bajarokê Alanya ê ser bi parêzgeha Antalya ve hate desteserkirin, lê êvara heman rojê bi mercê kontrola dadî hat azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst