Li Kirmaşanê 20 hektar genim şewitî
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê agir bi zeviyên çandiniyê ket û di encamê de zêdetir ji 20 hektar genimê cotkaran şewitî.
Bûyera agirpêketina bi zeviyên genim şeva borî li gundê Salar Ava yê ser bi devera Kozeranê ya Kirmaşanê bûye.
Li gor zanyariyan, di şewatê de zêdetir ji 20 hektar zeviyên çandiniyê ku genim lê hatibû çandin, şewitî û zirarek mezin gihîşt gundiyan.
Piştî gelek hewldanan agir ji aliyê xelkê gund û saziyên têkildar ve hat vemirandin.
Rêveberê Nahyeya Kozeranê Cemşîd Ezîzî ragiahndiye, heta niha sedema şewatê û herwiha qebareya zirara ku gihîştiye cotkaran nehatiye zanîn.
Bi gotina Rêveberê Nahyeya Kozeranê, şevê din bayekî bihêz hatiye û ji ber bayê tund, agir di demek kurt de li gelek zeviyan belav bû û karê kontrolkirina agir zehemt kir.
Şewata li zeviyê genim ê gundê Salar Ava berbanga îro bi alîkariya hêzên ewlehiyê û xelkê deverê hat kontrolkirin.
Li gor raporta çavkaniyên xwezayî yên Kirmaşanê, di sala 2021an de li sînorê vê parêzgehê bûyerên agirpêketinê %65 kêmtir ji sala bihorî bûye.
Heman raport nîşan dide ku ji bo îsal 255 cih hatine destnîşankirin ku îhtimala rûdana şewatê li wan cihan zêde ye.