Dekanê Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedîn û mamosteyek hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selaheddîn li Hewlêrê teqe li dekanekî û mamosteyekî hatin kirin. Dekanê Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedînê Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî û Mamostayê Koleja Endazyarî ya zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Izet Hemexan canê xwe ji dest dan.

Serokê Zanîngeha Selaheddîn Dr. Kameran Yûnis Mihemed Emîn ji Rûdawê re axivî û ragihand ku xwendekarekî zanîngeha Soran teqe li Dekanê kolêja Yasayê ya zanîngeha Selaheddîn Dr. Kawa Îsmaîl kiriye û birîndar kiriye, her wiha pasevanekî kolêjê jî birîndar bûye. Dekanê kolêjî ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî li nexweşxaneyê tevî çareseriyên bijîşkî jiyana xwe ji dest da. 

Omêd Xoşnaw jî da xuyakirin ku îro teqe li Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî kiriye û 5 gulle lêdane, di dema ku gihandine nexweşxaneyê ji ber ku birînên wî giran bûne jiyana xwe ji dest daye.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw herwiha da zanîn ku ew kesê teqe kiriye berî niha li zanîngeha Soran hatiye avêtin û piştre gef li çend mamostayan xwariye. 

Bi gotuna Omşd Xoşnaw tawanbar kesekî naskirî ye û di nêzîktirîn dem de wê bê girtin.

Derbarê sedema teqekirinê jî Serokê zanîngehê got ku ew xwendekarê Zanîngeha Soran bûye, daxwaza veguhestinê bo Hewlêrê kiriye û daxwaza wî nehatiye cîbicîkirin, lewra tê Hewlêrê, li nav ofîsa wî de teqeyê li Dekanş Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedîn Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî dike.

Li gorî zaniyariyên ku peyamnêrê Rûdawê bi dest xistine guleyek li serî û guleyek jî li sîngê dekanê kolêjê ketine.

Li gor gotina şahidhalan heman xwendekar serê sibeha îro çûye mala mamosta Dr. Îdrîs Izet Hemexan ku mamostayê Koleja Endazyarî bûye ew kuştiye. 

Bi gotina şahidhalan dema ku ew xwendevan çûye mala mamosta Idrîs Izet Hemexan ev reviyaye û çûye ser banê mala cîranê xwe lê ew xwendevan li pey wî çûye û teqe li wî kiriye û kuştiye.

Li gorî gotina şahidlan ew mamostayê hatiye kuştin ti pirsgirêk li gel wî xwendevanî nebûne lê hevjîna wî ku mamosta bûye li zanîngeha Soran pirsgirêk bi wî xwendevanî re hebûye.

Dr. Kawa Îsmaîl Îbrahîm Gerdî:

- 1-7-1973 li Hewlêrê ji dayîk bûye

- 1994-1995 kolêja yasayî ya zanîngeha Selaheddîn temam kiriye

- 2003an bawernameya Master ji zanîngeha Selaheddîn di yasaya taybet de werdigire

- 2009 Doktora di yasaya taybet de li zanîngeha Selaheddîn werdigire

- Cihê xwe di çend postan digire û di 2017an de weke ragirê kolêja yasayî ya zanîngeha Selahedîn tê erkdarkirin