Li Îdirê bergumanê kuştina zarokan hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê kesê ku ji ber kuştina zarokan û 38 sûcên cuda ji aliyê dadgehê ve dihat xwestin, di operasyonekê de hat girtin û piştre ew şandin girtîgehê.

Ekîbên Lêkolîna Sûc (JASAT) ên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê, ji bo girtina tohmetbarekî bi navê S.D ku bi kuştina biqest a zarokan û 38 sûcên cuda hatiye tohmetbarkirin, dest bi operasyonê kirin.

Ekîbên Lêkolîna Sûcê û hêzên ewlehiyê li gundê Hesenxanê yê navçeya Aralikê operasyon li dar xsitin û li mala S.D ê berguman lêgerîn pêk anîn.

Li malê kesê ku dixwest xwe di odeyekê de veşêre, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Herwiha di hewşa mala S.D de motorsîkletek hat dîtin ku hat tespîtkirin di sala 2018’an de hatiye dizîn û dest bi ser de hat girtin.

Piştî ku karûbarên wî yên îfadeyê li Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê bi dawî hat, kesê berguman S.D bo dadgehê hat şandin û dadgehê biryara girtina wî da.

Piştî biryara dadgehê, S.D bo girtîgehê hat şandin.