MED-DER: Em giringiyê didin pirzimaniyê

28-06-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Hevseroka MED-DERê Şîlan Elmas Kan
Hevseroka MED-DERê Şîlan Elmas Kan
Nîşan MED-DER Şîlan Elmas Kan Pirziman Komxebat l
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê Komxebata şareradariyên pirzimanî ku ji aliyê MED-DERê ve hat li darxistin.  Hevseroka MED-DERê Şîlan Elmas Kan got “Ji zimanek û netewek pê re wenda nebe em giringiyê didin pirzimaniyê.”

Li bajarê Amedê ji bo li rêveberiyên heremî û şaredariyan pêşxistina zimanên cuda, Komxebata şareradariyên pirzimanî ku ji aliyê MED-DERê ve hat li darxistin.

Hevseroka MED-DERê Şîlan Elmas Kan dibêje her çiqas qeyûm li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê bin jî nayê wê wateyê ku ew dê careke din hilbijartin çênebin, ew ê li ser ziman û şaredariyan polîtîkayên xwe neafirînin.   

Şîlan Elmaş kan wiha berdewam kir “Divê em demildest herdem li gorî rewşa civakê û polîtîkayan li ser ziman û şaredariyên pirzimanî weke Komela MED-DER ku bi ziman re eleqedar e û pêşiya saziyên civakî di hêla ziman de wê hişmendiyê bide rol û misyona me ya herî giring ew e.”

Di derbarê Armanca Komxebatê de Hevseroka MED-DERê wiha dibêje” Di vê Komxebatê de em dixwazin ne tenê zimanê Kurdî li ser şaredariyan an jî li ser civakê ferz bikin. Yên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn û zimanê wan cuda be, em bi wan re zimanê wan jî pêş bixin, di zimanê rojane de bikar bînin, ji bo ku ji cand û dîroka xwe qut nebîn, em vî karê hevpar bihevre bidin meşandin. Ji zimanek û netewek pê re wenda nebe em giringiyê didin pirzimaniyê.”

Şîlan Elmas Kan da zanîn ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Platforma Zimanê Kurdî, rewşenbîr û nivîskarên zimanê Kurdî, Odeya bazirganî û pîşesaziyê û gelek saziyê sivîl beşdarî komxebatê dibin.

Şîlan Elmas Kan Li ser proje û encama komxebatê amaje bi yekê kir ku ji ber ku ew bi HDPê re dixebitin û di nav HDPê de ji xeynî Kurdan, Ermenî, Siryanî, Ereb, Çerkez û Laz jî hene, ev yek ew ê ji HDPê re bibe polîtîkayek.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst