YPGê rapora Netewên Yekbûyî ya derbarê çekdarkirina zarokan de red kir

28-06-2021
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojava YPG Netewên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) raporta Netewên Yekbûyî ya derbarê “revandin û çekdarkirina zarokan” de wek “alîgirî” bi nav kir û ew rapor bi tundî red kir û rexne li helwêsta NY girt.

Berdevkê YPGê, Nûrî Mehmûd îro Duşemê 28ê Hezîranê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand: “Yekîneyên Parastina Gel bi tundî angaşt û hejmarên têkildar ên ku di rapora navborî de tên dîtin der barê hejmara binpêkirinan ên ku derbarê pirsgirêka leşkerkirina zarokan de ji yekîneyên me re tên hesibandin, red dike. Hêzên me xwedan rêziknameyeke hişk û mekanîzmayeke çavdêriyê ya xurt e ku armanc dike ku nehêle kesek di bin 18 saliyê de tev li nava refên me bibe.”

Nûrî Mehmûd dibêje: “Me bi baldarî rapora li ser Zarok û Aloziyên Çekdarî hûrand ku proseya di navbera Çile-Kanûn 2020’an de vedikole û di dîroka 6’ê Gulana 2021’an de de ji aliyê ofîsa nûnera taybet a NY ya ji bo Zarok û Aloziyên Çekdarî birêz Virginia Gamba ve hat weşandin. Yekîneyên Parastina Gel careke din piştrast dike ku ew pabend e bi rêkeftinê ku di navbera Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye îmzekirin û em careke din destnîşan dikin ku em plana bizavî ya di navbera her du aliyan de li xwe digirin.”

Berdevkê YPGê herwiha destnîşan kiriye: “Yekîneyên Parastina Gel li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî pabendbûna xwe bi pîvanên navneteweyî û mirovî dubare dike. Em di heman demê de ofîsên çavdêrî û ragihandinê yên Neteweyên Yekbûyî û kesên berpirsyarê lêpirsîn û çavdêriyan li herêmên Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, ji ber ku ew mekanîzmayek alîgir e di nirxandin û radestkirina zanyariyan ku di raporên fermî yên Neteweyên Yekbûyî de derbas dibin, ji ber ku ew zanyarî dikevin bin bandora partiyên pêşbaz û/an dijminê Rêveberiya Xweser.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, “Yekîneyên Parastina Gel dê li ser angaştên binpêkirinan ên di derbarê bikaranîna dibistanan ji bo mebestên leşkerî, yên ku hêzên me pê hatine tometbarkirin, vekolînên cidî bide destpêkirin.”

Berdevkê YPGê rexneyên tund li rapora Netewên Yekbûyî digire û dibêje, “Derfetên Neteweyên Yekbûyî ji bo berjewendiya rêjîma Sûriyê û Tirkiyê têne bikaranîn, ji ber ku ew ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve têne pejirandin, lê zarokên li herêmên Rêveberiya Xweser, ku ji hêla cografîk de %32’ê Sûriyê pêk tîne, bi hincetên nemaqûl ji mafên xwe bê par têne hiştin.”

YPG tekezî li ser hevkariya xwe li gel tîmên Netewên Yekbûyî dike û tekez dike: “YPG gihîştina tîmên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hevkar ji bo navendên çavdêrî û girtîgehên sîvîl û leşkerî dabîn dike, di vê derbarê de zanyariyên hewce bi zelalî parve dike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Berdevkê YPGê karbidestên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê tometbar dike, ku berpirsiyariyên xwe li gorî standardên navneteweyî li hember zarokên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û komên cur bi cur ên li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk naynin, ku bi gotina wî ew zarok %40ê tevahiya nifûsa di bin 18 saliyê de li Sûriyê pêk tînin.

Yekîneyên Parastina Gel pêkhateya sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ew hêza pir etnîkî ye, ku hêzeke sereke ye li Sûriyê li dijî DAIŞê şer dike.

Neteweyên Yekbûyî di 6ê Gulana îsal de raportek weşandibû ku têde YPG û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi revandina 17 zarokan ji ber sedemên cihê yên weke çekdarkirina neçarî tawanbar dike. NY herwiha di rapora xwe hêzên ewlehiya hundirîn (Asayiş) bi revandina zarokekî tawanbar kiriye.

Li gor reportê, sêzdeh ji wan bûyeran “têkildarî leşkerkirina neh kur û çar keçan bûn, ji wan çar kes heta dema nivîsandina raporê hêj berdewam in, heşt bi nefermî hatine berdan û yek jî reviyaye.”

Rapor, bi sernavê "Zarok û şerê çekdarî li Komara Erebî ya Sûrî" hatiye amadekirin û Tîrmeh 2018 heta Hezîrana 2020an li xwe digire. Hejmara rewşên nû yên çekdarkirina zarokên pir zêde bûne, di nava YPG de 318 zarok, YPJ 99, û di nav pêkhateyên din ên HSDê de 37 zarok hatine çekdarkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk piştî gelek îdiayên ku behsa wê yekê dikirin ku di nav refên wê de zarok hene, bi fermî çekdarkirina zarokan qedexe kiriye.

HSDê herwiha ji bo vegerandina zarokên çekdar bo nav malbatên wan û guhgirtin li giliyên malbatan ên di vê derbarê de, ofîseke taybet bi navê Ofîsa Parastina Zarokan ji Çekdarkirinê ava kiriye.

Di meha Çile de, sê zarok piştî ku ji hêla HSD ve hatibûn çekdarkirin, bo nav malbatên wan hatin vegerandin. Wê demê serokê Ofîsa Parastina Zarokan ji Çekdarkirinê ya HSDê ji Rûdawê re gotibû, di sala dawîn de bi tevahî 86 bûyerên çekdarkirina zarokan ji nûneratiya wê ofîsê ya li Hesekê re hatiye şandin.

Di Havîna derbasbûyî de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji bo pêşîgirtina li çekdarkirina zarokan û naskirina her biçûkên ku di nav refên wê de ne, nexşerêyek bi Netewên Yekbûyî re îmze kiribû. Di çarçoveya wê planê de mekanîzmayek nû ya giliyan hate sazkirin.

Li gorî daneyên Netewên Yekbûyî yên derbarê Zarok û Pevçûnên Çekdar d ku di Hezîranê de hat weşandin, di sala 2019an de zêdetirî 800 zarokan li Sûriyê hatine çekdarkirin. Ew dane çekdarkirina zarokan di nav HSD, Artêşa Azad a Sûriyê, Asayiş, DAIŞ û hêzên din de li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst