Li Çewlîgê nêzikî 2 hezar hektar daristan şewitî

28-06-2021
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Bakurê Kurdistanê Şewat Erdal Aydemîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daristanên Çewlîga Bakurê Kurdistanê ji 25ê Hezîranê ve dişewitin, ji ber lezbûna ba û nebûna hewleke cidî bo kontrolkirinê, ev agir zêdetir berfireh dibe û gefê li cihên niştecihbûna xelkê sivîl dixwe. Serokê Odeya Endazyarên Jîngehê jî dibêje, "Heta niha nêzikî 2 hezar hektar daristan şewitiye."

Parlemantarê HDPê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr rexne li karbidestên hikûmeta Tirkiyê girt ji ber ku terkexem in li asta şewitîna daristanên navçeyê û bi nerîna wî ev agir bi qest nayê kontrolkirin.

Ev parlemantarê HDP di twîtterê de li hashtaga `Çewlîg dişewite` twîtek belav kir û nivîsand:

“Di dema ew agirê li Marmarîsê pêket wek pêwîst hate kontrolkirin, agirê Çewlîgê hêjî berdewam e. Ji karbidestan dipirsim kîjan kompanya kan li pişt wî agirî ye, bila eşkere bikin.”

Daristan û canewerên navçeyê jiber agir zereke zêde dîtine. Çend tîm ji çewlîgê û xarpêtê bo navçeyê hatine şandin, lê jiber şiyanên wan ên sînordar nikarîbûn rewşê kontrol bikin. Welatî jî jibo ku agir dûrî malên xwe bixin, hewil didin vî agirî vemirînin. 

Mihemed Keleş, welatî, dibêje, “Hewl bo vemirandina agir berdewam in, hino hino alîkarî digihê, helîkopter ji asman ve avê dirijîne.  Xwedê alîkarê me hemûyan be, ma çi bibêjim?”

Çavkaniyên kargêrî yên navçeyê derbarê vê şewatê de ti daxuyaniyek nedane, eger bilez hewl neyên dan, ne dûre gundnişînên navçeyê rûbirûyê metirsiyên zêdetir bibin.

Li aliyê din Serokê Odeya Endazyarên Jîngehê li Çewlîgê Canfîdal Boldaş derbarê wê şewatê de beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû û ragihand ku di encama şewatê de heta niha nêzikî 2 hezar hektar erd şewitiye.

 

 

Canfîdal Boldaş amaje bi wê kir ku ji ber ku tîmên agirvemirandinê nikarin ji bejayî destwerdanê bikin, şewat her ku diçe berifreh dibe û zîndewarên li wê herêmê jinav çûne û tekez kir, “Divê bi helîkopteran midaxele bê kirin bo ku ew şewat bê kontrolkirin.”

Li ser sedema wê şewatê jî Boldaş got, piştî ku agir hat vemirandin lêkolîn dê li cihê bûyerê bên kirin bo ku sedem bê zanîn û eşkere kir ku heta niha zanyariyek li ser sedema derketina şewatê nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst