Kanada ji biryara li ser hikûmkiriyên Badînan nîgeran e

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Ofîsa Nûnertiya Kanada ya li Hewlêrê nîgeraniya xwe derbarê biryara Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê ya li ser hikûmkiriyên Badînan derbirî û got, biryarê “ez hêvîşikestî kirim.”

Berpirsa Ofîsa Nûnertiya Kanada ya li Hewlêrê Ashley Durec li hejmara xwe ya Twitterê derbarê pesendkirina cezayê hikûmkiriyên Badînan de peyamek belav kir.

Ashley Durec di peyama xwe de diyar kir, “Biryara duh a Dadgeha Pêdeçûnê ya derbarê cezakirina Şêrwan Emîn Silêman, Şivan Seîd Omer, Eyaz Kerem Reşîd, Harîvan Îsa Mihemed û Guhdar Hemed Emîn Ebdulmecîd de ez hêvîşikestî kirim.

Berpirsa Ofîsa Nûnertiya Kanada ya li Hewlêrê dibêje, “Karkirina medyayan bêyî astengî, kilîla gihiştina bi civakeke vekirî û agahdar e.”

Balyozê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê Martin Huth jî ragihandibû, “Ez şok bûm bi biryara îro ya Dadgeha Pêdeçûnê ya Hewlêrê ku tekezî li ser cezayê 6 sal zindanîkirinê bo 5 rojnamevan û çalakvanên dike ku meha Tebaxê ew ceza bo wan hatibû birîn.”

Martin Huth diyar kiribû, “Ev (biryar) tevî kêmasiyên cidî û tometa miameleya xirap a li gel wan ku Netewên Yekbûyî amaje pê kiribû” û tekez dike, “Azadiya raderbirîn û medyayê û sîstema dadwerî ya serbixwe û profesyonel, ji pêkhateyên bingehîn yên demokrasiyê ne.”

Serokê tîma parêzerên dosyeya hikûmkiriyên Badînan Beşdar Hesen, duh ji Rûdawê re ragihand ku Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê biryara dawî li ser wê dosyeyê da û li gor biryarê her yek ji wan çalakvan û rojnamevanan, bi 6 sal zindanîkirinê tên cezakirin. Herwiha tometa `sîxurîkirina bo konsulxaneyan` jî hatiye rakirin.

Roja 16ê Sibata derbasbûyî Duyemîn Dadgeha Tawan a Hewlêrê di rûniştina duyem de 6 sal cezayê zindanê bi ser rojnamevan û çalakvanên bi navên Şêrwan Emîn Silêman, Şivan Seîd Omer, Eyaz Kerem Reşîd, Harîvan Îsa Mihemed û Guhdar Hemed Emîn Ebdulmecîd yên ji devera Badînan ferz kiribû.

Herwiha konsulxaneyên Amerîka, Almanya û hejmareke konsulxaneyên din ên li Herêma Kurdistanê, rêxistina Netewên Yekbûyî, çendîn sazî û kesayetan, daxwaza pêdeçûnê bi wê biryara dadgehê de kiribûn û wek `nedadperwerane` binav kiribûn.