Li Silêmaniyê li dijî bazirganên berhemên dîrokî operasyon

28-06-2021
RÛDAW
Nîşan Silêmaniye Berhemên Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayişa Silêmaniyê 5 kes bi tohmeta bazirganiya kelûpelên dîrokî girtin.

Asayişa Silêmaniyê da xuyakirin bandeke bazirganên kelûpelên dîrokî girtine û dest danîne se 2 pirtûkên dîrokî yên ku dîroka wan vedigere hezar salan berî niha û nirxên wan bi dehan hezar dolar têne texmînkirin. 

Li gorî asayişa Silêmaniyê dîroka wan pirtûkên ku vedigere hezar salan berî niha, pirtûkên olî ne ku yek Tewrate û ya din Încîle ku li ser post û bi ava zêr hatine nivîsandin.

Asayişa Silêmaniyê daye xuyakirin ku wê bandê ew pirtûk ji bajarên başûr yên Iraqê anîne û xwestine bibin derveyî Herêma Kurdistanê

Ji endamên wê grûpê 3 ji wan xelkê Silêmaniyê ne , yek ji wan xelkê Hewlêrê ye û kesek din jê Ereb û xelkê Diyalayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst