Balyozê YE: Biryara li ser hikûmkiriyên Badînan ez şok kirim

28-06-2021
RÛDAW
Nîşan Hikûmkiriyên Badînan Yekîtiya Ewropa Martin Huth Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê ragihand ku biryara Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê ya derbarê hikûmkiriyên Badînan, ew şok kiriye.

Balyozê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê ragihand Martin Huth li hejmara xwe ya Twitterê li ser biryara Dadgeha Pêdeçûnê ya taybet bi hikûmkiriyên Badînan peyamek belav kir.

Martin Huth diyar kir, “Ez şok bûm bi biryara îro ya Dadgeha Pêdeçûnê ya Hewlêrê ku tekezî li ser cezayê 6 sal zindanîkirinê bo 5 rojnamevan û çalakvanên dike ku meha Tebaxê ew ceza bo wan hatibû birîn.”

Balyozê Yekîtiya Ewropayê dibêje, “Ev (biryar) tevî kêmasiyên cidî û tometa miameleya xirap a li gel wan ku Netewên Yekbûyî amaje pê kiribû” û tekez dike, “Azadiya raderbirîn û medyayê û sîstema dadwerî ya serbixwe û profesyonel, ji pêkhateyên bingehîn yên demokrasiyê ne.”

Serokê tîma parêzerên dosyeya hikûmkiriyên Badînan Beşdar Hesen, duh ji Rûdawê re ragihand ku Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê biryara dawî li ser wê dosyeyê da û li gor biryarê her yek ji wan çalakvan û rojnamevanan, bi 6 sal zindanîkirinê tên cezakirin. Herwiha tometa `sîxurîkirina bo konsulxaneyan` jî hatiye rakirin.

Roja 16ê Sibata derbasbûyî Duyemîn Dadgeha Tawan a Hewlêrê di rûniştina duyem de 6 sal cezayê zindanê bi ser rojnamevan û çalakvanên bi navên Şêrwan Emîn Silêman, Şivan Seîd Omer, Eyaz Kerem Reşîd, Harîvan Îsa Mihemed û Guhdar Hemed Emîn Ebdulmecîd yên ji devera Badînan ferz kiribû.

Herwiha konsulxaneyên Amerîka, Almanya û hejmareke konsulxaneyên din ên li Herêma Kurdistanê, rêxistina Netewên Yekbûyî, çendîn sazî û kesayetan, daxwaza pêdeçûnê bi wê biryara dadgehê de kiribûn û wek `nedadperwerane` binav kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst