Partiya Azadî: Azadiya Kurdistanê azadiya umeta Îslamê ye

28-06-2020
RÛDAW
Nîşan Partiya Azadî Şêx Seîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadî bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera darvekirina pêşengê Kurd Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî bibîr anî û têde ragihand ku azadiya Kurdistanê azadiya umeta Îslamê ye

Sibe 95mîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî ye û bi vê yekê Partiya Azadî daxuyaniyeke bi bîranînê belav kir û tê de behsa serhildana şoreşa Şêx Seîdê Pîran dike û dibêje: “Ev serhildana ku di xwe de edalet, azadî û daxwazên Îslamî û Kurdistanî dihewandin, li Bakurê Kurdistanê bi beşdariyeke zêde ya gel ve çêbûye û ji mezintirîn îtîrazan yek e, li hemberî dagirkerî, zordestî û înkara li Kurdistanê.”

Partiya Azadî dibêje ku serhildana Şêx Seîd ji bo tevgerên piştî wê derketine bûye kaniya îlhamê û her wiha bi awayekî pir zelal daye nîşan ka daxwazên Kurdistanî ji çi tiştan pêk tên.

Di daxuyaniya xwe de Partiya Azadî dibêje: “Vê serhildanê projeya Kemalîzmê ya ku xwestiye Bakurê Kurdistanê asimîle bike tune kiriye û herwiha aîdiyeta Kurdî, Kurdistanî û Îslamî ya li nava kurdan jî parastiye. Sûc û gunehên ku rejîma Kemalîst a Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê li ser navê Qanûna Takrîrî Sukûn, Mehkemeyên Îstîqlalê, Operasyonên Tenqîl û Tedîpê kirine, bûne birînek di wijdane mirovahiyê de.”

Partiya Azadî eşkere dike ku ji bo Şêx Seîd Efendî û doza wî di bîra mirovan de nemîne, hem ji bo wî hem jî ji bo rêhevalên wî kêlikeke mezelê wî jî nehiştine û ew kiryar rêberê Kurd Seyyîd Riza û Seîdê Kurdî jî hatiye kirin.

Ew partî tekez dike ku daxwazên Kurdistanî, ne li dijî meslehetên îslam û umetê ne û dibêje: “Gotinên Kemalîst, Baasî û hevalbendên wan yên derbarê azadiya Kurdistanê de ku dibêjin `Azadiya Kurdistanê zirarek e ji bo yekîtiya alema Îslamê û Ereban` bi temamî ji rastiyê dûr in. Azadiya Kurdistanê azadiya umeta Îslamê ye. Bes bi azadiye tevê xelkê Misilman umeta Îslamê dê biserkevê.Temsîlkarên meşrû yên siyasî yên gelê Kurdistanê û herwiha temamê gelê Kurdistanê; bi taybetî jî ji ber ku piraniya xelkê Kurdistanê misilman e, hem hay ji berpirsiyariya xwe ya Îslamî û hem jî ya însanî hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst