Pêşmergeyek di Rûbarê Pirje de xeniqî

28-06-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Çoman Pêşmerge Rûbarê Pirje Xeniqîn
A+ A-

Soran (Rûdaw) – Li sînorê qezaya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve pêşmergeyek di Rûbarê Pirje de xeniqî.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, li seyrangeha Ketînê ya li gundê Êne ku dikeve sînorê qezaya Çomanê, du geştyar îro înê dikevin nav ava Rûbarê Pirje ku yek ji wan pêşmerge û xelkê Hewlêrê ye.

 

Hat zanîn, ku yek ji wan kesên geştyar kariye xwe rizgar bike lê belê avê kesê duyem bi xwe re biriye û heya niha termê wî nehatiye dîtin.

 

Têkildarî bûyerê, Berpirsê Beşa Teknînkî ya Berevaniya Sivîl a Soranê, Karwan Mîr Avdel ji Rûdawê re ragihand, “bûyer îro înê demjimêr 04:00ê danê sibehî dema ku du geştyar çûna nav Rûbarê Pirje, çû bûye.”

 

Karwan Mîr Avdel got: “Yek ji wan kesan zû xwe digre lê kesê din bi navê Ferman Xefûr ku temenê wî 36 sal e û piledarekî Hêzên Pêşmerge û akinciyê Hewlêrê ye, avê ew kes bi xwe re biriye.”

 

Bi gotina Mîr Avdel, lêgerîna li dû termê wî kesî berdewam e lê heya niha termê wî pêşmergeyî nehatiye dîtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst