Ereb û Tirkmenên Kerkûkê ji biryara Dadgeha Federalî nîgeran in

Hewlêr (Rûdaw) - Çend partiyên Erebî û Tirkmanî yên Kerkûkê daxwaz dikin, ku sextekariyên di hilbijartinan de neyên piştguhxistin, û dibêjin, wan biryar daye, ku eger hemû dengên wê parêzgehê bi destan neyên hejmartin, dê dest bi girev û xwepêşandanan bikin.

 

Partiyên nerazî biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê red dikin, ku tenê hejmartina dengên wan sindoqan qebûl dike, yên ku îtîraz li ser hebûne û dibêjin, eger dengên hemû kerkûkê bi dest neyên hejmartin, ew dê dest bi girevê bikin û dakevin kolanan û xwepêşandanan lidar bixin.

 

Partiyên Tirkmenî red dikin, ku bi hejmartina beşek ji sindoqên dengdanê razî bibin û dibêjin, di tevahiya proseya hilbijartinên li Kerkûkê de saxtekarî hatiye kirin.

 

Serokê Liqa Kerkûkê ya Partiya Turkman Îlî, Elî Qeryaxdî ji Rûdawê re ragihand: “Di navbera partî û tevgerên tirkmenî de pêwendî heye û me biryar daye, ku eger beşek ji sindoqan bi dest bihêne hejmartin û hemû sindoqan li xwe negire, em dê dakevin ser cade û kolanan û xwepêşandanê bikin.”

 

Civata Erevî ku 9 partiyîn erebî yên Kerkûkê li xwe digire, pêştir îmze li ser qebûlkirina encamên hilbijartinan kiribû, lê niha ew jî ji encaman nerazî ne. Wan jî biryar daye, ku eger hemû sindoqên dengdanê yên sînorê kerkûkê bi dest neyên hejmartin, dê berdewamiyê bi nerazîbûnên xwe bidin û xwepêşandanan saz bikin.

 

Serokê Liqa Kerkûkê ya Partiya Heq a Niştimanî, Hatem Taî ji Rûdawê re dibêje: “Divê hejmartina dengan bi dest bi rêjeya %100 be û eger tenê beşek ji sindoqan be, dê raya giştî bertekê nîşan bide û renge wê demê kontrolkirina wê hêsan nebe. Pêngava yekem jî îro dest pê kir, bi xwepêşandana hevbeş a tirkmen û ereban.”

 

Bo hejmartina dengên Kerkûkê bi dest, heftiya dahatî weke dem hatiye diyarkirin.

 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di hilbiajrtinên 12ê Gulana îsal de, li Kerkûkê 6 kursiyên parlamentoya Iraqê bi dest xistine, û ew yek bûye sedema nerazîbûna aliyên erebî û tirkmenî û herwiha çend partiyên kurdî.

 

YNK ji bilî bi dest hejmartina wan sindoqên dengdanê ku îtîraz li ser encamên wan hatine tomarkirin, qebûl nake ku ti sendoqeke din bê vekirin, û red dike, tevahiya dengên parêzgeha Kerkûkê bi destan bihêne hejmartin.

 

Kargêrê Melbenda 2 a YNKê li Kerkûkê, Elî Qelay ji Rûdawê re dibêje: “Em weke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, helwêsta me zelal e û piştî biryara Dadgeha Federalî, em pabendî wê biryarê ne, tevî hemû hûrgiliyên wê jî û li derveyî wan hûrgirliyan û wê biryarê, em weke Kurd bi giştî û weke YNKê bi taybetî, ti kar û pêngaveke din qebûl nakin.”

 

Tevî nerazîbûna wan ji encamên hilbiajrtinan û tohmetbarkirina YNKê bi encamdana saxtekariyan, lê belê ti partiyeke kurdî li Kerkûkê, îtîraz li ser proseya hilbijartinan li wê parêzgehê tomar nekiriye.